Eser Hakkında / Detaylar
(KU) Şêwazekî nû û helbesteke nemir a Sebrî Botanî: "Were Gulê". Di vê stranê de Seyda bi jan û daxwazên dilê xwe gazî delala xwe dike. Me ev berhema lîrîk bi rîtmeke nûjen a ku hinekî bêhna "Rap"ê jê tê amade kir. Bi hişê çêkirî (AI) hatiye hûnandin. Jêrnivîsan vekin!
(TR) Sebrî Botanî’den sitem dolu bir çağrı: "Were Gulê" (Gel Ey Gül). Şairin "Dermanım ve arzum sensin" dediği bu içten dizeleri, hafif rap esintili modern bir lirik altyapıyla yorumladık. Klasik edebiyatın modern ritimlerle buluştuğu bu yeni tarz yayında! Altyazıları açın! (KU/TR/EN/DE/FR/AR)
(EN) A modern interpretation of Sebrî Botanî's classic poem: "Were Gulê". A song where the poet expresses his longing and pain with a touch of modern rhythmic elements. Produced with AI-supported lyrical composition. Turn on Subtitles!
---
(KU) Ji bo mîrata Sebrî Botanî û stranên me yên nûjen, bibin abone.
► Abone bibin: https://www.youtube.com/@dilbirinboti
---
(INFO)
Gotin (Lyrics): Sebrî Botanî
Muzîk (Music): Dilbirîn Botî
---
Gotin / Şarkı Sözleri / Lyrics:
Were Gulê
Were Gulê dilberê
Vê janê bîne derê
Bes bisoje cegerê
Dildar im dilbirîn im
Ne şaş im ez ne dîn im
Ez nexoşê evîn im
Tu yî derman û daxwaz
Dilber tu yî tu yî naz
Ez im jar û belengaz
Ez im jar û belengaz
Dinalim ax û heylê
Ma qey tu nakî meylê?
Zînê Şirînê Leylê
Xwînê ji dil dirêjim
Neşêm rastî nebêjim
Çi bikim zimandirêj im
Tu yî derman û daxwaz
Dilber tu yî tu yî naz
Ez im jar û belengaz
Ez im jar û belengaz
Eve gelek ji mêj e
Were gulê rast bêje
Şekir ji lêv birêje
Ava evîn livlivî
Baxê beden bişkivî
Bo çi tu na bizivî?
Qey ne bes e delalê?
Te ji min çi ye hevalê?
Heta kengî şepalê?
Tu yî derman û daxwaz
Dilber tu yî tu yî naz
Ez im jar û belengaz
Ez im jar û belengaz
---
#WereGulê #SebriBotani #DilbirinBoti #MuzikaKurdi #KurdishMusic #ModernKurdish #AIArt #YapayZekaMüzik #HişêÇêkirî #Helbest #LyricalRap #KlasîkênKurdî