Dilbirîn Botî Arşivi

Dijital Kütüphane

Dilbirîn Botî – “Ey Welat” (Modern Kurdish Lyrical) | Seydayê Tîrêj

18 Mayıs 2026 1.770 Görüntüleme

Eser Hakkında / Detaylar
(KU) Beşek nû ji rêwîtiya me ya edebî: Vê carê em bi helbesta nemir a Seydayê Tîrêj "Ey Welat" li pêşberî we ne. Seyda di vê şahberhemê de dibêje "ez sira bayê siba me, ez dîroka ser devê miletê te me". Me ev manifestoya bi heybet bi rîtmeke nûjen a ku hinekî bêhna "Rap"ê jê tê amade kir. Bi hişê çêkirî (AI) hatiye hûnandin. Jêrnivîsan vekin! (TR) Kürt edebiyatının dev çınarlarından Seydayê Tîrêj’in ölümsüz eseri: "Ey Welat" (Ey Vatanım). Şairin kendisini Amed’in surlarına, Sîpan Dağı'nın karına ve vatanın rüzgarına benzettiği bu muazzam manifestoyu, hafif rap esintili, modern ve dinamik bir altyapıyla yorumladık. Klasik şiirin modern ritimlerle buluştuğu bu özel çalışma yayında! Altyazıları açın! (KU/TR/EN/DE/FR/AR) (EN) A powerful masterpiece from the legendary poet Seydayê Tîrêj: "Ey Welat" (O Homeland). A song where the poet defines himself as the wind, the mountains, and the ancient history of his land. Produced with a modern rhythmic and lyrical touch (AI-supported). Turn on Subtitles! --- (KU) Ji bo parastina mîrata Seydayê Tîrêj û helbestên Kurdî yên nûjen, bibin abone. ► Bibin abone : https://www.youtube.com/@dilbirinboti --- (INFO) Gotin (Lyrics): Seydayê Tîrêj Muzîk (Music): Dilbirîn Botî --- Gotin / Şarkı Sözleri / Lyrics: Ey Welat Ey welatim can bi gorî gazina te ji min nebî Tu dizanî bi şev û rojan ez xemxwarê te me Rêz û neqşê xameya min navê tey şêrîn û xweş Her wekî bilbil dinalim ez pesindarê te me Ger hemû kes aşiqê malê dinê çavên reşin Ez evîndarê çiya û deşt û zinarê te me Qebqeba dengê ribat im ku li ser şax û çiya Totiyê kohê Metînim bazê Hekarê te me Şîrşîra teyr û tilûra me di nêv bax û rezan Her wekî şalûr di nêv dehl û gulîzarê te me Ez sira bayê siba me xumxuma av û çema Ez dîrokê ser devê milet û komarê te me Ez delalê dengê qîza me li qirş û qurmika Dengê qotîna şivan horhora cotkarê te me Himhima şêr û piling im dengê kovî û şepal Qêrîna qaz û qulingên deşt û rûbarê te me Perdê tenbûra şivanim her yek hawakî didî Rengê bilûra Memê j` koka sipîndarê te me Xeml û xêza keç û qîza me li govend û sema Şapik û şalim li bejna canfîdakarê te me Dengê lîlandin û ew kofya serê bûka me ez Dengê sazê cejnê Newrozim di avdarê te me Her wekî rewşa gula me kesk û sor û gewr û zer Rengê ala ku li banê şah û xunkarê te me Vîngeha Gelyê Elî Beg xakî nav perda me ez Bax û mêrg û dehlê Şeqlawe û Berwarê te me Berfa Sîpanê Xelat im şîp û ava kaniyan Madena zîvê sipî û cok û cobarê te me Penc û tîrêj im di nîva çerxê gerdûnê te de Şebçiraxê çol û gund û şehr û bajarê te me Xêz û bendê Zendevesta me li Gelyê Laleşê Pîremerdê Şehrê Yezd im ez li ber arê te me Rengê Homan ol perestê pût û latê Azer im Felsefa Mezdik û Manî neqş û nîgarê te me Hîmê Qesra Serçixanê sûr û benda Amed im Keleha Mêrdîn û Dara her dû bajarê te me Lenger û stûnê Pira Bafet li ser Dicle me ez Kavilê Birca Belek rewşa ewî şehrê te me Torevan û şairim îro li nêv xaka welat Xamekêş im dem bi dem ez xweş nivîskarê te me Dil bûye îro li min war û cihê derd û xema Hemdemê jar û perîşan û sitûxwarê te me Her dema roja te bê ez piştê nadim dijmina Tu ji min bawer bike dijminê neyarê te me Ger ku Tîrêj im bi rastî bîr û bawerya mi ev e Ta bi mirnê ger ne wa bim ez gunehkarê te me --- #EyWelat #SeydayêTîrêj #DilbirinBoti #MuzikaKurdi #KurdishMusic #ModernKurdish #AIArt #YapayZekaMüzik #HişêÇêkirî #Helbest #LyricalRap #KlasîkênKurdî #Tîrêj