Gernas Koçer

Dilbirîn Botî - "Dayê" (The Mother's Longing) | Beste: Mehmed Aykut | Gotin: Gernas Koçer

(KU) Şahberhemeke hestiyar û tijî hesret ji bo hemû dayikan: "Dayê". Ev berhema hêja ku helbesta wê ya Gernas Koçer e û besteya wê ya Mehmed Aykut e, bi şîroveya min a nûjen û bi hişê çêkirî (AI) gihîşt canê muzîkê. Dayê ne tenê dayik e; ew zozan e, xewn e û ziyareteke pîroz e. Jêrnivîsan vekin! (TR) Annelerimize ve vatanın kutsal topraklarına duyulan sönmez bir hasretin ezgisi: "Dayê" (Anne). Sözleri Gernas Koçer'e, bestesi ise Mehmed Aykut'a ait olan bu derin ve duygusal eseri, yapay zeka (AI) destekli modern bir altyapıyla yorumladım. "Mendê ve soryaz" otlarının halay durduğu o eski yaylaların ve annelerin sıcaklığına bir yolculuk... Altyazıları açın! (KU/TR/EN/DE/FR/AR) (EN) A deeply emotional tribute to mothers and homeland: "Dayê" (The Mother's Longing). Written by Gernas Koçer and composed by Mehmed Aykut, this modern adaptation reflects the burning longing for a mother's touch and the high meadows of Kurdistan. Produced with AI. Turn on Subtitles! --- (KU) Ji bo piştgiriya muzîk û edebiyata Kurdî ya nûjen, ji kerema xwe bibin abone. ► Abone bibin: / @dilbirinboti --- (KREDÎ / KÜNYE) Beste (Muzîk): Mehmed Aykut Gotin (Lyrics): Gernas Koçer Şîrove (Performer): Dilbirîn Botî & AI --- Gotin / Şarkı Sözleri / Lyrics: Dayê Bi hesreta te ez dijîm Wekî gula şevnivistî Çawa ku te bi destê xwe Xwinav lê reşandî dayê Mîna destan e ew keda Ku te ji bona me ristî Tu ew lavij û sitrana Xewna min revandî dayê Zozan bi hesreta te bûn Xwezî bi wan çax û dema Wexta mendê û soryazê Digirtin govend û sema Xwezî em biça wan waran Carekê jî tenê hema Me bixwara ji destê te Mastê te meyandî dayê Me bixwara ji destê te Mastê te meyandî dayê Dilê te mîna volkan e Bi agir û pêt û perat Nayê tefandin bi pêlên Dicle û xabûr û Ferat Êvarekê teyrek sipî Bida te mizgîn û xelat Belkî hingê vemirîna Volkanên teqandî dayê Kanîkil û Mêrga Çûxê Hemû mane xir û xalî Kavil û dîwarên waran Herifîne ji her alî Dayê zanim mayî tenê Bê hogir û bê heval î Xwezî bûbûma melhema Birîna kewandî dayê Xwezî bûbûma melhema Birîna kewandî dayê Ez dizanim dayê gelek Dilnazik û dilovan î Ji ber agirê hesretê Bi axîn û bi kovan î Tu yî sembola jiyanê Ji bo hemû mirovan î Bo helbestvan tu xeyal î Tu huner û çand î dayê Mîna pehlewanek cengê Tim bi şûr û tîr û kevan Li ber baxê jiyana te Xwezî bibûma dergevan Bi kemerbest rawestiyam Her demî bi roj û şevan Lewra tu ew ziyareta Min bi dil hebandî dayê Lewra tu ew ziyareta Min bi dil hebandî dayê --- #Dayê #MehmedAykut #GernasKoçer #DilbirinBoti #MuzikaKurdi #KurdishMusic #Mother #Hesret #Yaylahasreti #AIArt #YapayZekaMüzik #HişêÇêkirî #HelbestaKurdî #Zozan
Sıradaki Eserler
5 Kayıt

Hayatı

Hazırlanıyor…