Dilbirîn Botî Arşivi

Dijital Kütüphane

Dilbirîn Botî – “Dexsîna Dilê Min” (My Heart’s Envy)

23 Temmuz 2026 520 Görüntüleme

Eser Hakkında / Detaylar
00:00 Dexsîna Dilê Min (KU) Şahberhemeke felsefî, kûr û tije serhildan ji pênûsa hêja ya Hozanvan Cankurd: "Dexsîna Dilê Min". Di vê helbestê de Seyda giliya xwe ji xerîbiyê dike û dexsîna (hesûdiya) dilê xwe ya ji bo azadiya çivîkan, masiyan û zarokan tîne ziman. Min ev hesta gurbetê ya biêş bi rîtmeke taybet û bi hişê çêkirî (AI) amade kir. Jêrnivîs bi 8 zimanan (KU/TR/EN/DE/FR/SV/FA/AR) çalak in! (TR) Çağdaş Kürt edebiyatının güçlü kalemi Hozanvan Cankurd’un gurbeti, sürgünü ve yabancılaşmayı ilmek ilmek işlediği sarsıcı eseri: "Dexsîna Dilê Min" (Kalbimin Gıpta Edişi). Şairin kuşların sınırsızlığına imrendiği, gurbetin esaretine başkaldırıp "Köyüme döneceğim, annemin kalbini şenlendireceğim" diye haykırdığı bu felsefi şiiri yapay zeka (AI) yorumuyla sundum. Altyazıları açmayı unutmayın! (EN) A deeply philosophical and rebellious masterpiece by Hozanvan Cankurd: "Dexsîna Dilê Min" (My Heart's Envy). The poet expresses his envy toward the borderless migration of birds, children's innocent dreams, and his longing to break free from the chains of exile. Reimagined with a unique fusion of alternative/indie-rock and modern AI composition. Turn on Subtitles (8 languages available)! --- (KU) Ji bo mîrata edebiyata Kurdî û stranên nûjen ên bi hişê çêkirî, bibin abone. ► Abone bibin: https://www.youtube.com/@dilbirinboti --- (INFO) Gotin (Lyrics): Hozanvan Cankurd Muzîk (Music): Dilbirîn Botî & AI --- Gotin / Şarkı Sözleri / Lyrics: Dexsîna Dilê Min Dexsîna dilê min ji van tivîrkan e Welatê wan li pişta wan e Û jiyana wan geryan e Derbas dibin tixûbên dûr Û sînor di zimanê wan de nihan e... Dexsîna dilê min ji van zarokan e Evên ku bi roj dilîzin Dibezin... Dimîzin... Û di xewnê de lîstikan dibînin Û hêviyên mezin ji xwe re diçînin Û nizanin ku ba tijî jehr e Av tijî jehr e Û pîvaza ku em ji enkûrê hildikin Û her tiştekê ku em dixwin... Dexsîna dilê min ji masiyên derya ne... Û ji van trênan e Evên ku di şeva reş de Dibezin di rê de Derbas dibin tixûbên welatê min Û hîn wê de... Tena xwe rûdinim Di bêdengiya şevê de Weke melayê di nimêja sibê de Û dostan di bîra xwe de Yek bi yek dijmêrim Li deriyê malê dinêrim Û guh didêrim, Ku yek ji wan bê Di vê tenahiyê de... Xerîbiyê! Te hestiyê min hêra Ezê giliyêd xwe bikim Lê ji kê re Ji kê re... Dexsîna dilê min ji van hunermendan e Kela dilê xwe dirêjin Û hesretên xwe dibêjin Û jiyana wan eşq û stran e... Xerîbiyê! Te ez girtim bi dava Weke mirovê kûr ji her du çava Te lingêd min xistin kemenda Û bi ser de anî lêhiya van derda... Xerîbiyê! Ezê xwe azakim ji van koletiya Û ji van derda... Ez ê xaniyekî xwe li gundê me avakim Û bîranînêd xwe ji razanê rakim Ezê dilê dayîka xwe şakim... Ezê divîtê xwe bavêjim Û van dilopên xwîna dilî narêjim Narêjim... --- #DexsînaDilêMin #Cankurd #HozanvanCankurd #DilbirinBoti #MuzikaKurdi #KurdishMusic #AIArt #YapayZekaMüzik #HişêÇêkirî #Helbest #AlternativeRock #KurdishRock #Xerîbî #Gurbet #KurdishPoetry