Eser Hakkında / Detaylar
(KU) Beşek nû ji rêwîtiya me ya edebî: Vê carê em bi helbesta nemir a Seydayê Tîrêj "Ey Welat" li pêşberî we ne. Seyda di vê şahberhemê de dibêje "ez sira bayê siba me, ez dîroka ser devê miletê te me". Me ev manifestoya bi heybet bi rîtmeke nûjen a ku hinekî bêhna "Rap"ê jê tê amade kir. Bi hişê çêkirî (AI) hatiye hûnandin. Jêrnivîsan vekin!
(TR) Kürt edebiyatının dev çınarlarından Seydayê Tîrêj’in ölümsüz eseri: "Ey Welat" (Ey Vatanım). Şairin kendisini Amed’in surlarına, Sîpan Dağı'nın karına ve vatanın rüzgarına benzettiği bu muazzam manifestoyu, hafif rap esintili, modern ve dinamik bir altyapıyla yorumladık. Klasik şiirin modern ritimlerle buluştuğu bu özel çalışma yayında! Altyazıları açın! (KU/TR/EN/DE/FR/AR)
(EN) A powerful masterpiece from the legendary poet Seydayê Tîrêj: "Ey Welat" (O Homeland). A song where the poet defines himself as the wind, the mountains, and the ancient history of his land. Produced with a modern rhythmic and lyrical touch (AI-supported). Turn on Subtitles!
---
(KU) Ji bo parastina mîrata Seydayê Tîrêj û helbestên Kurdî yên nûjen, bibin abone.
► Bibin abone : https://www.youtube.com/@dilbirinboti
---
(INFO)
Gotin (Lyrics): Seydayê Tîrêj
Muzîk (Music): Dilbirîn Botî
---
Gotin / Şarkı Sözleri / Lyrics:
Ey Welat
Ey welatim can bi gorî gazina te ji min nebî
Tu dizanî bi şev û rojan ez xemxwarê te me
Rêz û neqşê xameya min navê tey şêrîn û xweş
Her wekî bilbil dinalim ez pesindarê te me
Ger hemû kes aşiqê malê dinê çavên reşin
Ez evîndarê çiya û deşt û zinarê te me
Qebqeba dengê ribat im ku li ser şax û çiya
Totiyê kohê Metînim bazê Hekarê te me
Şîrşîra teyr û tilûra me di nêv bax û rezan
Her wekî şalûr di nêv dehl û gulîzarê te me
Ez sira bayê siba me xumxuma av û çema
Ez dîrokê ser devê milet û komarê te me
Ez delalê dengê qîza me li qirş û qurmika
Dengê qotîna şivan horhora cotkarê te me
Himhima şêr û piling im dengê kovî û şepal
Qêrîna qaz û qulingên deşt û rûbarê te me
Perdê tenbûra şivanim her yek hawakî didî
Rengê bilûra Memê j` koka sipîndarê te me
Xeml û xêza keç û qîza me li govend û sema
Şapik û şalim li bejna canfîdakarê te me
Dengê lîlandin û ew kofya serê bûka me ez
Dengê sazê cejnê Newrozim di avdarê te me
Her wekî rewşa gula me kesk û sor û gewr û zer
Rengê ala ku li banê şah û xunkarê te me
Vîngeha Gelyê Elî Beg xakî nav perda me ez
Bax û mêrg û dehlê Şeqlawe û Berwarê te me
Berfa Sîpanê Xelat im şîp û ava kaniyan
Madena zîvê sipî û cok û cobarê te me
Penc û tîrêj im di nîva çerxê gerdûnê te de
Şebçiraxê çol û gund û şehr û bajarê te me
Xêz û bendê Zendevesta me li Gelyê Laleşê
Pîremerdê Şehrê Yezd im ez li ber arê te me
Rengê Homan ol perestê pût û latê Azer im
Felsefa Mezdik û Manî neqş û nîgarê te me
Hîmê Qesra Serçixanê sûr û benda Amed im
Keleha Mêrdîn û Dara her dû bajarê te me
Lenger û stûnê Pira Bafet li ser Dicle me ez
Kavilê Birca Belek rewşa ewî şehrê te me
Torevan û şairim îro li nêv xaka welat
Xamekêş im dem bi dem ez xweş nivîskarê te me
Dil bûye îro li min war û cihê derd û xema
Hemdemê jar û perîşan û sitûxwarê te me
Her dema roja te bê ez piştê nadim dijmina
Tu ji min bawer bike dijminê neyarê te me
Ger ku Tîrêj im bi rastî bîr û bawerya mi ev e
Ta bi mirnê ger ne wa bim ez gunehkarê te me
---
#EyWelat #SeydayêTîrêj #DilbirinBoti #MuzikaKurdi #KurdishMusic #ModernKurdish #AIArt #YapayZekaMüzik #HişêÇêkirî #Helbest #LyricalRap #KlasîkênKurdî #Tîrêj