Eser Hakkında / Detaylar
(KU) Şeşbendî mîrateyeke herî zindî ya folklora me ye. Min ev stran ji dengê hunermendê nemir Qadir Sofiyanî girt û bi şêwazekî nûjen amade kir. Qadir Sofiyanî ev berhem bi taybetî ji bo ciwanan mînak nîşan dabû; min jî xwest bi vî coverî daxwaza wî bidomînim. Bi hişê çêkirî (AI) hatiye hûnandin. Jêrnivîsan vekin!
(TR) Kürt folklorunun en enerjik formlarından biri olan "Şeşbendî", usta dengbêj Qadir Sofiyanî'nin gençlere bu geleneği öğretmek için seslendirdiği o meşhur haliyle yeniden hayat buluyor. Büyük ustaya atıfla hazırladığım bu cover çalışmasında, geleneği modern bir altyapıyla buluşturdum. Yapay zeka (AI) yorumuyla şimdi yayında! Altyazıları açın! (KU/TR/EN/DE/FR/AR)
(EN) "Şeşbendî" is one of the most vibrant forms of Kurdish folklore. I adapted this song based on the performance of the legendary Qadir Sofiyanî, who sang it to guide the younger generations. A modern tribute to a great master, produced with AI. Turn on Subtitles!
---
(KU) Ji bo parastina folklor û mîrata me ya dewlemend, bibin abone.
► Abone bibin: https://www.youtube.com/@dilbirinboti
---
(INFO)
Çavkanî (Kaynak): Qadir Sofiyanî
Gotinên Kurdî: Folklor (Şeşbendî)
---
Gotin / Şarkı Sözleri / Lyrics:
Şeşbendî
Ha dilo diloy dilo dil
Ha dilo diloy dilo dil
Baxçeyî min çand qizil gul
Min çandibû bi tilya kul
Ji bo yarê da qerenfil
Te dibînim te nabînim
Dest gerdenê wertînim
Day û babê tel min kîn in
Next û milkan distînin
Ha kuro lawoy ew e me
Bi dil û can benda te me
Nîşanan amade me
Ez aşiqê bejna te me
Ez kilê çavê te me
Cotê memkan hewce me
Tanina nînay na nînay
Hanin nînay na nînay
Yar min dît kaniya Besta
Cer giran e li ser desta
Min xulama bazinê desta
Min ramûsan jê bixwesta
Heke ramûsan neda
Rebiyo cer lê bişkesta
Pencere berû ba ye
Pencere berû ba ye
Keçi pencerê westaye
Xizim biska aliyaye
Min çi go dilê te maye
Tîra eşqê li min daye
Tanina nînay na nînay
Hanin nînay na nînay
Dawet geriya milmilî
Kesk û sor û xemilî
Li Ber govendê fitilî
Xwezîb tu yara min ba
Ser keyfa par ewilî
Heyran çokê we têşin
Qurban çokê we têşin
Paniyê solan erdê xin
Tozê ser govendê xin
Milim milê gewrê xin
Rihka min cenetê xin
Cinet meskenê dota
Cinet meskenê Bota
Go torin naçine cota
Qîz xulama van xorta
Dawet digeriya hewşê da
Ketime milê Eyşê de
Min enîşka xwe lê da
Ketime xêra Xwedê da
Tanina nînay na nînay
Hanin nînay na nînay
Yar min dîto ber mala
Gul min dîto ber mala
Xire xira mertala
Şînge şînga reştala
Heke tu yarika min î
Kerem ke dangî mala
Here cihgê hevala
Tanina nînay na nînay
Hanin nînay na nînay
Yar min dîto serbanî
Gul min dîto serbanî
Kulîlka derê xanî
Kerem ke were banî
Heke Rebî lê anî
Law malxwê keç kebanî
Min çi ji halê nezanî
Tanina nînay na nînay
Hanin nînay na nînay
Dostê hene sê bizin
Dakirine hewşa mezin
Yek da kil û kildana
Yek da xirxal û bazin
Keç ti li min naxwazin
Keç ti limin naxwazin
Tanina nînay na nînay
Hanin nînay na nînay
---
#Şeşbendî #QadirSofiyanî #DilbirînBotî #KurdishFolk #Dengbêj #MuzîkaKurdî #KurdishMusic #AIArt #YapayZekaMüzik #HişêÇêkirî #Folklor #Cover